A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Tava Hîvê
234 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Tava Hîvê

Tava hîvê diçirise
Li bîbikên çavên te
Bêçare
Xwe diavêjim derya wan
Dixeriqim
Pê re diçim

Tava hîvê dibiriqe
Li ser porê hinekirî
Har dibin
Dirêj dibin dest û tilî
Diherikim
Pê re diçim

Tava hîvê gol bûye
Li ser lêvên xunavgirtî
Dilerizin
Xwe nagirin lêvên tî
Quruç dibim
Dixeniqim
Pê re diçim