A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Sorgul
233 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Sorgul

Tu ne xewn î, ne xeyal î
Bi şev bi roj, te nabînim.
Tu kanîkî pirr zelal î
Tî digerim, te nabînim.

Dilopek li ser pelan î
Ji nav mehan tu gulan î
Dema havînê tu zozan î
Dil dikele, te nabînim.

Ne pirr nêzik ne jî dûr î
Ne pirr dirêj ne jî hûr î
Ji nav gulan gulkî sor î
Bîhna te tê, te nabînim.