A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Rengê Şevê
213 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Rengê Şevê

Gava
Siya şevê
Dikeve ser bajarê min,
Tariyeke cangiran
çarlep xwe diavêje
Dilê dê û bavan.
Dem li xwe dilukume,
Di janê de asê dimîne.

Min jî dixwest,
Bi dengên dîlberên nazenîn
şahiyên xemrevîn li dar xim.

Di bazara canfiroşan de
însan bûne destê duyemîn,
Potînên reş
şopên kurdewar digerînin.

Gava
Rengê şevê
Dikeve ser bajarê min,
Kuçe tevde kerr dibin.
Ecacokên tirsê
Di quncikên bixof de
çaralî dibezin,
Dayik dikevin tatêla zayîna rojê.

Min jî dixwest,
Di awirên zeriyên lêvbiken de
şevbuhêrkên bextewar bigerînim.

çerxa felekê serûbin bûye
Ruhistîn simbêlan badidin
Li ser sîngên terûteze.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?