A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Kewê Canê
345 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Kewê Canê

Kewê Canê
Bi çavên kelogirî li min mêze neke
Birîna qalikgirtî dîsa li dil teze neke

Nêrînên te ne, min mest û serxweş dikin
Nêrînên te ne, min belengaz û nexweş dikin
Nêrînên te ne, min di nav deryayek e bêbinî de bêfam û bêheş dikin

Difetisim Kewê Canê difetisim
Di deryayeke bêbinî de bê hawar difetisim
Destên nedîtî min dikişînin kûrayiya deryayeke bêbinî, di nav mest û xweşiyê de wenda dikin.
çirûsk û lîlanên rengê gul û kulîlkan, çavên min ên matmayî di nav derya rengîn de betal dikin.
Bênderên tihamên bê tarîf, jiyana min a wenda pirs û siwal dikin.
Gotin nabin çare
Di tasên zîv û zêrîn de jana evînê vedixwim
û di serxweşiya çavên kelogirî de difetisim
Kewê!..

Li xwe digerim Kewê Canê, li xwe digerim
Di deryayeke kûr û bê dawî de wenda me, li xwe digerim.
Di şevreşên kor û tarî de li tîrêjên çavên te digerim
Mirovek avjeniyê nizanibe, dê çawa ji nav deryayen bêbinî xelas bibe?
Mirovek ji hêz ketî, dê çawa ji qeydên pola azad bibe?
Ji bo bêhnek biçûk, dema biserkevim; nerînên te gomeyên mezin li min dibarînin
Dîsa min li kûrayiya deryaya bê dawî vedigerînin
Rev nabin çare
Di tasên zîv û zêrîn de jana evînê vedixwim
U di serxweşiya çavên kelogirî de difetisim
Kewê!..

Kewê Canê
Bêçareyê awirên te
Stuxwarê, stuxwariya te me
Ji vî halê nehal ketime nav agiran

Dişewite Kewê Canê dişewite,
Dilê agir pêketî wekî çira dişewite.
Ji agirpijan lehiyên sor dipijiqin û bi ser min de diherikin.
Pêtên har li dor min qor girtine, govendê digerînin.
Kî dixwaze, di nava dîlana agir de bilorîne?
Kî dixwaze, hêviyên xwe li beyarên zip ên zulût biçêrîne?
Bê çareyê çavên te yê kelogirî me
Helbest nabin çare,
Bi tasa evînê çirûskên agir vedixwim,
û bi jana şewatê serxweş im
Kewê!..

Nikarim Kewê Canê nikarim
Ji ber agirê dil bêçare me, nikarim
Dema berê xwe bidim hênikayiyan
Bibezim ser avên çem û kaniyan
Stuxwariya te dibe qeydeke giran û min di nav pêtên agir de sêwî dihêle
Di şûna bisk û keziyan, bi guliyên alavan têm pêçandinê
Dil û gurçik bi mengeneyên pola tên guvaştinê
Di nava bablîsokên agir de bi xemgîniya Mehme şêxo digevizim.
Stran nabin çare,
Bi tasa evînê çirûskên agir vedixwim,
U bi jana şewatê serxweş im
Kewê!...

Natebite Kewê natebite,
Dilê min ê dîn û har di nav sînga min de natebite.
Her roj hîn giran dibe qeyda lingên min
U ji nû ve li ba dibe agirê sînga min
şewata agir sivik dimîne Kewê Canê, dil bûye bizotek ji agir
Agirek ji kakilê rojê, agirek ji tendûra dojehê
Canê min nuqit nuqit bi ser qeyda xwe de dihelîne
û kenên gend û gemaran li min tîne

Di nav kenên bêtore de,
Bêçareyê awirên te;
Bi tasa evînê çirûskên agir vedixwe
û bi jana şewatê serxweş e
Kewê!...