A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Emrê Çûyî
105 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Emrê Çûyî

Bihara xweş eşqa dil bû
Jîngeha min hemû gul bû
Serê yarê li ser mil bû
Emrê ciwan venagere

Sînga yarê kelegerm bû
Hêlîna can gelek nerm bû
Ne heya bû ne jî şerm bû
Emrê çûyî venagere

Siwar nabim hespa qemer
çav tefiyan nabin rêber
Ji dîlberê nayê xeber
Dilê reben jênagere
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?