A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Bi Te Ketim
258 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Bi Te Ketim

Dê û bavê xwe
Nexweş û saxên xwe
Min tev berdan
Bi te ketim

Soz û sondan
Heval û dostan
Min tev berdan
Bi te ketim

Ev dinya pir şêrîn
Kêf û zewka zêrîn
Min tev berdan
Bi te ketim

Navzirav û çavbelekan
Devliken û porxelekan
Min tev berdan
Bi te ketim

Bask û milên di tevizin
Nav û dilê di gevizin
Min tev berdan
Bi te ketim