A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Bayê Evînê
648 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Bayê Evînê

Bayê evînê derd û kul e bi ser min de payîz hanî
Pelê`m carek ji min weşand li ber lingên yarê danî
Evîn bixwe êş û jan e, herdu çavê`m kirye kanî
Dilê`m ji nav sînga`m derxist li ber lingên yarê danî

Bayê evînê baran hanî, bi ser min de xeman barand
Pêlên xeman ez gêj kirim, nav û dilê`m ji bin hejand
Evîn bixwe ji agir e, kete canê`m dil şewitand
Hişê`m ji nav serê`m derxist li ber lingên yarê danî