A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Receb Dildar - Amedya
352 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Receb Dildar - Amedya

Dilopek ji hêsirên çavên te bû
Min bi serê rêyan xist,
Di deryaya diristanan de
Jar û pêxwas
Bi beza bayê re ketim pêşbaziyan,
Rastî frînekên naskirî dihatim
Rê li min dibirrîn
Dewran li min qelibî
Qamçiyên îxaneta reş şaqiyan
Li ser sînga min.

Dem û demsalan
Rehên xwe di bîrên bêbinî de veşartin
Rêvî tev gihîştin qonaxên xwe,
Ez hesreteke bi jan im
Li ser rêya te diperpitim,
Pêlên li hev diqelibin
Bi sebra teyrê sîmir
Bi dû keviyên te ketine,
Dilekî birîndar
Di nav sînga xwe de
Defa hewarê dilorîne,
Ne karê salan e,
Wê vê çîrokê
Dîrok binivîsîne
Amedya...

Rastî miriyan dihatim
Kirasên spî kiribûn al
Tevî sêdarên xwe dimeşiyan,
Axînên di dil de mayî
Dibûn topên bêdengiyê
Li ber bedenên te diteqiyan,
Lal bûbûn derwêş
Ji bo stranên dilşewat
Pêlik dikutan sînga ezman,
Lal bûbûn erbane
Bi cizbê diketin kevirên reş
Di malzarokan de pitik dihanîn îmanê,
Lal bûbûn dayikên porkur
Kezeb disincirandin
Li ber bayê bakur û
Li ber bircên bilind
Min xwêdana xwe
Bi gulebaranên qirêj paqij kir
Amedya...

Min bi rojê sond xwar
Li ser çiyayên bilind,
Min bi navê te sond xwar
Bi qewlê bav û kalan,
Ez ê çirayên xwe netefînim
Li kolanên stûxwar,
Bi kulîlkên dora kaniyan
Birînan derman dikim,
Lorîna dengê te ye
Min li piya dihêle,
şewqa beşna te ye
Min ciwan dihêle,
Bihar bangî min dikin
Kel dide xwîna min,
Bi bîhna te jîndar in
çivîkên ruhê min,
Min tacekê çêkir
Ji beybûnên dilê xwe
Ez ê li ser porê te deynim
Amedya...

Stêrkên ji porê te diweşin
Rêçên kadizan amade dikin
Ji bo simên zêrîn,
Hespên şînboz dibezin
Li zeviyên tije hêvî,
Bi alên agir dimeşin
Lehengên gurçikpola,
Keskesor dibiriqin
Di şevên reş û tarî de,
Tîrêj bangî min dikin
Kel dide xwîna min,
Ronahiyeke ji rengê te me
Bi bayêbezê li dû te me,
Di şefeqa sor û şîn de
Di zayina roja evîn de
Ez ê rûyê bi xêlî
Bi tîrêjên pîroz
Tewaf bikim
Amedya...