A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qudbedîn Kerboranî - Yadê Ka Avekî
248 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qudbedîn Kerboranî - Yadê Ka Avekî

Wek çola kerbelayê qelişîne ji tîbûne lêvên min
Were, serê min deyne ser çokên xwe
Di mista destê xwe yê hinekirî de
Ji bîra dilê xwe ya hênik
Kulmek ava cemidî bide min

Zindan dihêlmije
Dîwar kerr û lal
Bêdengî mîna zebaniyên dojehê ye
Bi mezrebên êgir
Dikeve ser laşê min de

Yadê!
Jiyana me weke bûka ku bi mirinê re dergistî ye
Melkemot xwezgîniyê me ye
Em her gav amade ne
Ji bo çûyînê

Emrê zarokan kin e li vî welatî
Qedera wan bi bêsihûdiyê ve
Hatiye giredan
Tûrikê min tijî şekirê quloqulo bike
û bêje: ‘ji bo xêra miriyekî ye’
Li zarokên welatê min belav bike

Ez ê herim
Di paşila min de jiyanekê stûxwar
Xeyalên zarokên bêxwedî
Evîna dayikeke xêrnedîtî
Bêhîs û bêdeng
Dikevim riya mirinê

Ji bo min xatir bi te nexwestin
Dilê xwe negire
û negirî tu yadê
Jiyana ku ji ber min mayî
û hemû xeyal û hêviyên min
Bixe dawa xwe
Ji bo zarokên welatê bêsihûd
Bireşîne li cîhanê

Piştî min re
Qet tu şînê negire
Desmala reş girê nede li serê xwe
Her ku te ji sebata xwe ya ji darên gwîza
Derîne wêneyê min
û bi kêfxweşî lê binêre
Ez ê weke her gav bikenim bi te re
û tu jî ramûsanekê deyne ser ruyê min yadê!

Rojeke biharê
Di bin barana nîsanê de
Berî ku kujer rabin ji xewna kuştinê
Kulmek ava jiyanê bîne
û were
Di destê min de
Baxek gul û sosin
Li ber deriyê bihuştê
Ez ê li benda te bim yadê

24.11.2012, Kerboran