Qudbedîn Kerboranî - Rozerîn
Roja tu ji min dûr ketî ve
Ez dîn û har im
Rût û tazî bi çiyan dikevim
Dibim mecnûn, li çolan digerim
Bi gur û maran re dibim heval
Bi stêran re diaxivim
Te di pirsim ji her kevir î
Tu kes bersiva min nade
Ne yê sax, ne yê mir î
Bêdengî ji min re dibe hevrê
û di tariya şevê de xeyalên xwe hembêz dikim
Ax! Rozerîn
Dilê min hêlîna kula
Nebûna te çi zor e
Tu li ku yî şaha gula
Zeman îro kerekor e
Heya noqê xwe li min dipêçe
Ax! Rozerîn
Li cem min çiyayê xemê rûniştine
çikên agir dipekin ji ser singa min
Di girava dilê te de mama êsîr
Diperite laşê min di nav behra evînê de
Di navbeyna me de ava şewatê
Sînorên qedexe hene
Hedana min bê te nema tê
Êdî tixûbê navbera me tevan hilweşîne Rozerîn
Ax! Rozerîn
Ax! Birîna min a ‘edabgirtî
çiqa tu tê bîra min
Di hişê min de diçin strî
û dilê min de kelem şîn dibin
Ax! Rozerîn
Evîn di her dînî de piroz e
Hezkirin germahiya dil e
Dîtina te ji min re newroz e
Bê te jiyan bi kul e
Pizotê agir e di devê min de navê te
Nikarim bînim ziman tu car
Gava dibêjim Rozerînnn
Kevir dihelin di çavên min de
û di nava min de volqan dipeqin
Jibîr dikim her tiştî
Her kes bûye bîyanî
Ez bûme xerîbê xwe jî
Li xwe digerim di navê te de
Li ser hişê min tenê Rozerîn
Tenê tu, tenê evîn
Dil jar, dil hejar, dil xemgîn
Tu nîn î
Di nava min de
Diçilmisin gul û berfîn
De were Rozerînnnn
Berf e, baran e
Dicemidim min sar e
Dereng e, zû were, êvar e
Ditirsim bimirim, birîna min pir xedar e
Nikarim êdî bifirim Rozerîn
Bi şabûna zarokan
Firfirokan dişînim ba te
Xeyal çûken azad in, tu zanî!
Roniya reşka çavên xwe ji min re bixe kadiz
Li cem stêrên Mem û Zîn
De bigihîne hev rihê me îşev bi diz
Ax! Rozerîn
Nizanim çi ma halo mîna zerzele dihejim
çima halo ji xwe diçim Rozerîn
çi ma ev axîna dijwar xwe diberdê nava min
û diçike xwîna min di damarê min de
Di girava dilê xwe de
Dêrên evînê çêdikim
Pişt re aforoz dibim
Sirgûn dibim
bi kevirên nebûna te
Têm ricimandin Rozerîn
Ax! Rozerîn
Nebûna te xencera bêkalan
Roj bi roj min dikuje ev tenêbûn
Derd û kulên min saet saet zêde bûn
Kêyf û şahiyên min ser singa min firîn çûn
Ev çend carin têm kuştin
Dixeniqim bi ’keziyên jinebî’
Bi mijgulên çavên te intixar dikim
Mirin mizgîniya gihîştina te ye
Were min di xewna xeyalên xwe de
îşev bikuje Rozerîn
Êdî zincar girtin di dilê min de
Helbestên evînê
Gotin li ser lêvên min terikîn
Nikarim bêjim navê te
Gava dibêjim Rozerîn
Pêl û lêhiyên êşên jînê tev
Bi ser min de diherikin
Ax! Rozerîn
Dîn di navbeyna me de sînorê qedexe ye
Sedema cudabûna mirova çi ye gelo?
çima êxistiye nava dilan de hezkirin xweda?
û çima îro sedema kuştina me ye evîn?
Biqetîne kirasê veqetandinê îro
Ji xeyalên me re hêviyan bidirû
Bê hev jiyan mirin e Rozerîn
Bi hev mirin jiyan e
Bi hêstirên çavên xwe av didim bexçê evînê
şitilên hezkirinê şîn dibin di nava axa dilê min de
Carek tenê bikene bi min re Rozerîn
De behna gul û sosinan belav bibe
Li ser berwarê çiyayên nava min
û tu car hişk nebin helbest
Li ser mêrga evînê
Ax! Rozerîn
Dewsên nêrînên te mane
Li ser bîbikên çavên min
Te ez êxistime çi halî
Li kê dinêrim mîna te
Bê te teyrê bê perwaz im
Kerr im, kor im, lal im
Bê hal im, belengaz im Rozerîn
Ax! Rozerîn
Hejarê xeyalên te me
Hêviyên hevdîtinê diçînim li ber deriyê feqîrtiyê
Di navbeyna me de hesretê neke Beko!
Tu bi qedrê evîna Siyabend û Xece kî
Were di bin siya stêrên şevê de
çîrokên şahmaranê bibêje ji min re îşev
Nayên pejirandin daxwazên min êdî
Sirgûn bûme ji hemû bajarên evînê
Li kolanên xerîbiyê mame sêwî
Were bi destê min bigire
û min veşere di tarîtiya çavên xwe de Rozerîn
Dikevim riya mirinê
Di nav pêlên girava dilê te de dixeniqim
Bê te mirin çi tehl e
Bê te her tişt bê tehm e Rozerîn
Ax! Rozerîn
Di gerînokên tariyê de dibehecim
Ji tenêtiyê ditirsim Rozerîn
Dilê xwe ji min re bike heval
û lorikan bistrîne ji belengaziya min re
Xwîn diherike ji pênûsa min
Ji nebûna te qemûşk nagirin birînên min
şevên tarî li min mîna şûrê Zulfîqar
Dibirin kêfxweşiyên min Rozerîn
Ax! Rozerîn
Dilşewat im ji hesreta te
Di şevê de qîrîna bêdengiyê
Ez helbestvanekî bênav im
Hemrazê peyvên lal im
Qala te dikim tim di helbestên evînê de
Mîna dengê naqosa zangocan e
Zinga zinga dilê min
çavên min du çirayên temirî
Were di ayîna evînê de
Bi agirê dilê xwe van pêxe Rozerîn
Nava min tenûra himhim î
Piringên agir diweşin ser dilê min
Ez mame çerm û hestî
Ji kerbên te saet saet dihelim Rozerîn
Ax! Rozerîn
Dikevim ber sikratên mirinê de
Hesreta te li bin bûye agir
Li min hawar e, qareqar e
Dereng e, zû were, êvar e
Ditirsim bimirim, birîna min pir xedar e
03.10.2012, Kerboran