A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qudbedîn Kerboranî - Biratî
204 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qudbedîn Kerboranî - Biratî

Em hemû rêwiyê mirinê ne
Ji bo dinyake bêqîmet,
çi hewce ye em dilê hev bihêlin.
Werin em di bexçeyê evînê de,
Dara biratiyê daçikînin,
Bila her tim hezkirin be
Fêkiyê ku em jê bixwin.

18.06. 2013.