A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Xewna Hişyariyê
274 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Xewna Hişyariyê

Ax welato ax welato
Roja me zû lê helato
Bav û birê me çawanin
çima xeber jê nehato

îşev min dît xewnek bi tirs
Tu keremke ji min bipirs
Ez carekê dest pê bikim
Da tu bibîn çiqas bi hirs

Bayekî reş hate ji jor
Li ser min kir bûre û bûr
Bi girîn da kaxezek sor
Di nav hebûn du tayên por

Ez çûme cem pîrek zeman
Min got:falekê veke eman
Min daye der tev ruh û can
Derdê min reh bibê derman

Pîrê bo min rabû ser xwe
Piyana avê da ber xwe
Li ava xwend, li min nêrî
Dîsa serê xwe da ber xwe

Kaxez bi xwîna bira bû
Her dû ta porên xwehan bû
Me`na wan kûr û giran bû
Ji Fe`la pîrê nihan bû

Birayê me têne kuştin
Bi xwînên xwe têne şûştin
Xwehan porên xwe şandine
Yanî(çima hûn rûniştin)?

îro laşim pir diêşe
Qenc dizanim çi diêşe
Lê çibikim derman nîne
Tali` tune bextê reş e

Dermanê ko ez keşf dikim
Bi hêvîna xwe geş dikim
Ji dilbirînên wek xwe re
Pelên Hawarê reş dikim

Qedrî bêje û binale
şînê girêde bikale
Namûs nema, rûmet nema
Ev çi derd û ev çi hal e.

*Kovara Hawar, Hejmar:13, sal:1932, Rûpel:2.