A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Tabûta Bixwîn
189 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Tabûta Bixwîn

-şêx Ebdrehmanê Garisî çû rehmetê-
Li Erdê dinêrim dilopên xwînê
Didime ser şopê çi bibînim ez
Dar û ber, kevir kuç giş dikin şînê
Bê hemdê canê xwe diqîrim ez

Tabûtek di nava ewrekî bi xwîn
Melekan kişandin ezmanê jorîn
Tirsekê da ser min lebitîm ricifîn
Ber çavê min reş hat dil bûrînim ez

Ew tabût, tabûta Evdê Rehman bû
Ser dinya derewîn Ew yek mêvan bû
Ger terk heyat bû, cinet mekan bû
Bi rehma wî şabin hemî Kurd û ez

Lê sed heyf ji bo te ey rehman şêx im
çiqas Kurd hene ji bo te bêxim
Têlkê gaziyê, û lêxim lêxim
Ew hawar hindeke jê têr nabim ez

şehadet, me ne dît wisan bi `ibret
cinayet, xiyanet wisan bi riqqet
Ji bona mirovê xudan himmet
Tarîxa roja te şîn ! qeyd dikim ez.

*Kovara Hawarê, Hejmar:11, Sal:1932, Rûpel:6.