A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Şîna Pêşewa Qazî Mihemed
531 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Şîna Pêşewa Qazî Mihemed

(Serokê cemhûriya Kurdistan)

Efsûs ! efsûs !
çi derdekî giran e!
Birînek bê derman e !
Ji dil nalî..
Ji dev kalîn..
Hezar ah, hezar zarîn
Ji çavên me hêstirên xwîn,
Têne coş... têne xiroş...
* * *
Dibêjin ko ew `ecemên efyûn-kêş
Esrar-kêş
Bi destên xwe yên gemarî,
Danîn sêpa xwînxwarî!
Serê pêşwa dane pêş !
Ew rêberê bê hemta,
Teva çend wezîrên wî,
Kişandine pê sêpa
Ji erdê bilind kirin!
Di devê wan de qelûn
Di serê wan de efyûn
Lingê şêran kil kirin!
Karê wane ji ezel, bê wefayî,
Bê bextî û xwînxwarî û cefayî
* * *
Tu hîç xêrê ne bînî, ey Conpolê Ingilîz..
Ji wan esrar-kêşan re
Te hazir kir ev lîz
Rûyê te reş be
Ey teres
Ey bê namûs Tiroman
Balafirên te bûn bes,
Azribaycan, Kurdistan
Teva zar û zêçên wan
Kirne bumbar dûman
* * *
Bi şarê xwe kirine Ingilîz, Emrîkan
Esrar-kêşên Eceman û toranên Turkan
Ew dikarin me bikujin
Top û tanêgê wan hene
Zar û zêçan qir bikin
Balafirên wan hene..
Lê bira bizanin ko çiqas Kurdan bikujin,
Kurdetî ewê bijî ger bimîne mêr û jin
Bêguman roja me jî ewê bê
Roja rastî
Di dîroka beşer da
Xuya be heqperestî
* * *
Ey pêşiwayê navdar
Dijmin eger tu kuştin
Navê te yî pir şêrîn
Hetanî ebed hiştin
Her cara ko lingê we,
Ser serê wan kil dibû
Giyanê we bilintir
Ber ezman hildi bû,
Em dizanin...
Hûn ne ew kesin ko hîç bitirsin
Li sêpayê dijminan
Ber ew bikin, pirsîn
çiqas we henekê xwe
Bi sêpayê wan kirin
Bumba wî ya etomîk
Ji germiya dilê me
Nikare hîç sar bike,
Natewîne milê me,
Ey şehîdên Ebedî
Oxira we ya xêrê be
Silavê me li wan kin,
Her kî rêwîyên vê rêne
Navê we, Ewê bijî
Ewê Kurdistan bijî
Giyanê we
Di dîrok û dastanan vejî

şam 1948