A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Şîn
350 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Şîn

* Li ser giyanê Mehemedê Seyda *

Buhara umrê ciwanî bê gul û çîçek hat îsal
Movika dara xortanî ne bişkuvî bûye zewal..

Ev çi xewa yekcar bû ku destê te ji me qetand
Xwezî te zanîba xwezî, li dû em çend bûn melal

Ji bo giyanê te çiqas şîn û girî bit hêja ye,
Muxabina ciwaniyê, bejin zirav, xortê delal

Wefakarê hevalên xwe, welat-parêz bi rastî
Di dinê de min hêj ne dît, ji te çêtir, qenctir heval

Selavê min ji dûr li gorina te û çayê Cûdî
û ji zemzem piresteştir çemê Dîclê ava zelal..

Heger tu hesretkêşê bav û biran î di bin axê
Ez jî li ser dinê tenha mame, ji dil tên nale nal..

Bira çavê te li dinê ne zîvire, zînhar, bira!
Giş fanî ye, bê dawî ye, poşman me be bavê Cemal

Heger carekê tu mirî rojê sed car em dimirin,
Ji ber cewrên çerxa felek, êdî em bûne gêj û lal

Ev jiyînê derbiderî mirin sedcar jê çêtir e,
Esaret û bendeganî miletê me kir bêmecal...

Heke tu kanî bî bi navê xortan ji Xwedê bipirs,
Bi gilî û bi gazinan bibêj: (Êdî bes e ev hal ).

*Rojnameya Roja Nû, Hejmar:18, Sal:1943, Rûpel:4.