A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Reşbelek
247 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Reşbelek

-Ji xortên Cezîrê re -

Gerçî ez dûrî we me, îro, erê..
Lê bi dil ez ba we me, mîna berê.

Hûn dizanin ez ji bo çi dûr ketim,
Herçî zana dizane ku dabû cegerê.

Ez hevalê we me, ger dûrî we bim,
Para min bêtir dibe ji kederê.

Yek roja ku min bi wer derbas dikir,
Ne dianî bîra min salê berê.

Yek nêrîna Mêrdîn û Burca belek,
Bi Xwedê nadim bi (eswed hecer)ê.

Neynûka yekî ji we na guhêr im,
Bi hezar (Zêd) û bi hezar (ûmer)ê

Ez glî û gazinan ji kê bikim?
Nijdevanê me bû bûn swarê kerê.

Lê bizanin rojeke min jî heye,
Qelema niştir ji kalan ê derê.

Hingî hîsab û kîtab tête kirin,
Ji cewrên wê dêlika derbederê.

18/3/1943
*Rojnameya Roja Nû, Hejmar:1, sal:43, Rûpel:2.