A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Name Bo Êstgehê Radyo Tahran
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Name Bo Êstgehê Radyo Tahran

Zinhar...
Êstgehê radyo Tahran
Biraderê Kurd ziman
Dengê dîl û esîr!
Destê bi qeyd û zincîr
Zinhar...
Meke hawar
Ji bo Kurdên îraq
Kurdên azad,
Lazim niye fîxan û firyad
* * *
Li îraq
Kurd û Ereb
Bi dest û lep
çirandin hemu peyman û mîsaq
Mîsaqên isti`marî
Bi serbestî û rizgarî
Li niştimanî pîroz
Bê nûker û avadoz
Dijîn...
Bê ah...û... bê enîn
Zinhar...
Êstgehê radyo Tahran
Biraderê Kurd ziman
Dengê dîl û esîr!
Destê bi qeyd û zincîr
Zinhar...
Meke hawar
Bo Kurdên îraq
Kurdên azad,
Lazim niye fîxan û firyad
* * *
Bigrî... bike hawar
Bo pêşewayê li bin serdar
Megrî bo kesê azad
Bigrî bo Mehabad
Bigrî bo paytextê tar û mar
Bigrî bo ew parçe:niştimanê birîndar
Fermîskî sexte
Li çavê xeste
Mereşte
Êstgehê Gustax
Dengê bûmê kambax
Zinhar...
Meke hawar
Bo Kurdên îraq
Kurdên azad,
Lazim niye fîxan û firyad
* * *
Li îraqê şoreş
Rûyê nûkerên cîhan kir reş
Kurd û Ereb bi biratî
Li ser riya aştî
Bi yek dil û bi yek can
Azad kirin niştiman
Zinhar...
Meke hawar
Bo Kurdên îraq
Kurdên azad,
Lazim niye fîxan û firyad
* * *
Ew şahperest
Histû binêr..
Zencîr li dest!
Biraderê Kurd ziman
Bigrî...bo nexweşê bê derman
Bigrî.. û.. binal
Bo jinebî û mendal
Bo sêwiyê bê bav û mal
Bigrî bo kesê zik birçî
Bigrî bo kesê pişt bi qamçî
Bigrî bo kesê çav bi fermêsk
Dil bi ah
Ey tercumanê şahinşah
Bigrî bo Wan û Bitlîs
Megrî bo şeytan û iblîs
Zinhar...
Êstgehê radyo Tahran
Biraderê Kurd ziman
Dengê dîl û esîr!
Destê bi qeyd û zincîr
Zinhar...
Meke hawar
Bo Kurdên îraq
Kurdên azad,
Lazim niye fîxan û firyad

1958
*Rojnameya Azadî, Hejmar:46.Sal:18/12/1959. Bexdad.