A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Karwanê Me
241 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Karwanê Me

Em hîç ne westiyan û nawestin
Li ser vê riya dûr
Ser vê riya dijwar
Em diçin û emê biçin
Ber bi armanca xwe
* * *
Ser deryayê bi xwîn
Ji çiyayên dar û devî
Deştên bi kelem û histirî
Newalên teng û tarî
Em derbas bûn
* * *
Li bin baran
Li ser berfan
Ba..û bager
Li şikeftan
Di bin dilopan
Bi lingê xwas
Bi can tazî
Karwanê me diçe
Ber bi armanca xwe
* * *
Bi koviyan re pence pence
Bi dêwan re rû bi rû
Me ceng kir
Wan em kuştin
Me ew kuştin
Em ne tirsiyan
Ne beziyan
Karwanê me diçe
Ber bi armanca xwe
* * *
Em gehiştin çiyayê qaf
Nizîk bû.. nizîk bû ermanc
Xuya kir..xuya kir behişta Kurmanc
Ah...
Ew ne xweş giyan
Ew kulikên ji karwan
Bi şûn da man
Ew rebenên bêçar
Man.. ji beheşta me bê par

şam 28/9/1959