A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Heyva Sor
294 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Heyva Sor

Heyva sor
Nîşana aştiyê
Helbû jor
Mizgîna dostaniyê
Gehîşte nav heyv û stêrên ezmanan
Derket... wan vexwîn e
De`weta aştî û dostanî
Bi keyf û xweşî
Bi dilgehiştî
Bi wan re govend bike
Li ezmanan
* * *
Bira sêwiyên Hîroşîma
û...
Jinebîyên Nagazakî
.... Ne tirsin
Heyva sor
Ne bombeya Ewtomîk
Wek gulê ke sor
Helbû jor
Bîna dostanî dide dor
* * *
Heyva sor
Ya gehişte ezmanan
û zîvir, zîvir li dewra dinê
Digere
Kes natirsîne
Bi dilpakî ji me re
Silavan dişîne
Dikarîbû hindirê xwe tijî bombiya bike
û bixwe bide Waşinton
û...Londerê
Mîna Hîroşîma û Nagazakî
Kambax bike.. kevir li ser kevir ne hêle
Wan serên cengxwaz bicivîne
Kurdên reben,
Erebên feqîr
Kurdên bindest
Ji bela wan azad bike
Lê, li wir, insanên bê gunah
Ko bi milyon hene, neh, deh
Insanên bê guneh, hene, heyfin
Heyva sor, ne xwînxwar e
Ji bo avakirinê hatiye çêkirin
Nîşana aşîtiyê
Mizgîna dostaniyê
Bijî heyva sor
Bilind be..
Gula sor

şam 19/10/1957