A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Hesinker
202 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Hesinker

Hesinkerek şev û roj, dixebitî ji dil can
Xebata wî zincîrek, ko naqete tu caran

Her carekê ko çakûç, lêdixist dilxweş dibû
Imîda wî qewîtir, hêviya wî geş dibû

çend rûj holê pêşveçûn, min jî bala xwe dida
Zincîr hê ew zincîr bû, dîsa weke xwe dima
* * *
Bi wî çakûçê biçûk, ew zincîra qerase
Ma tucar tê şikandin, gelo kî pê hesas e

çûme ez nik hesinker, min jê kire pirsiyar
Li ber pirsiyara min, karê xwe kir hebek sar
* * *
-Lo mamê min î delal, kerema xwe erzan ke
Dilopek ji derdê xwe, ji min re jî nûş`canke

Herçend bala xwe didim, ev çakûç û ev zincîr
Tinê bûye derd û kul, tiştekî din nakev bîr!

Heta kengêûtê wisan, bi teqîn û reqîn ke
Xêrgunehê vê toqê, ji bende re telqîn ke.
* * *
Wey ser çavan tu hatî, lo lawikê zemanî
Ji xwe ez bûm çavnihêr, te bixwe kir xuyanî

Hêj hetanî vê demê, tukes nehat bi meraq
Ne gotin gelo çiye, ev teqîn û ev teraq

Guhdar bibe kurê min, tu hêjayî xuya ye
Sirê ji te veşêrim, ew ji bo min ceza ye

Berî ya min ferztire, gotina bav û kalan
Gelek li cî gotine, rehmet li wan bi baran

Wan gotine(yê bêsebr tim tihin û tim bê av
Hûrik hûrik bi derzyê, qulteyn dibin sardelav

Ev xebat û cehda min gotina bavanî ye
Ger îrû neçe serî, bo sibê hêsanî ye.

Bê imîdî ne qenc e, tu destê xwe vemale
Ne ez zêde xwêh bidim, ne tu bo min binal e

Yekdest em bi repînkin, heval dibe zilcelal
Bira toqa dîliyê, bibe polayê zelal

Emê vê toqa lanetê, ji serê xwe biderxin
Hingî bira bibînin, ya em gur in ya berx in.

*Kovara Hawarê, Hejmar:7, Sal:1932, Rûpel:4, 5.