A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Helbesta Li Ser Gora Wî
264 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Helbesta Li Ser Gora Wî

Cendekê di vê gorê de
Zor nazik û ciwan e

Ji Dêrka çiyayê Mazî
Navê wî Qedrî Can e

Hezar xweşî li gora wî
Hozanekî Kurdan e

Welatparêzekî qenc bû
Rûhstîn jê girtî can e

Gorê xiste zikê xwe
Ew jî kire qurban e

Ji pişta me kurdan çû
Ev zaneyê ziman e.

*Apê Osman Sebrî, ev çend malik wek helbestekê li ser kêla ber serê Qedrî Can nivîsandiye. û hin dibêjin ku ev nivîsandin a Yûsiv Axayê Dêrikî ye.