A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Hawar Hebe Gazî Li Dûye
317 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Hawar Hebe Gazî Li Dûye

(Ji bo birayê min Osman Sebrî)

Jiyîn çiqas delal e
Di nêv bav û biran de
Dil heye ko ne nale
Ber birînên riman da

Ev birîna riman e,
Barekî pir giran e,
Kezeb, gurçik ne mane,
Li pepûkên xwehan da.

Hawara me vaya ye
Xewa bê kêr bela ye
Qet şik têde ne ma ye
Di gotinên yaran da.

*Kovara Hawarê, ji bo Osman Sebrî hatiye nivîsîn, Osman Sebrî weke bersiv helbesta bi navê `Berdêlik` nivîsiye. Di sepana me de ew helbest jî heye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?