A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Di Şorezarekê De
86 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Di Şorezarekê De

Ez û hevalekî xwe li ser rêkê dimeşin
Em ji kêra hatine kuda diçin? napirsin.

Ji halên xwe dizanin em rêwînin qedîm in
çiqas zeman dibore xwe bêmecal dibînin

Sol di lingê me nema, pritîne cilê me
Neynûkê me dirêj in, bûne gulî porê me

Tinê tiştê bi me re ko wekî berê mane
Keşkûl gopalên di me, evan bi mer wefane

Histiriyê çavbelek, carna diket lingê me
Êşa di van mîratan davît ta ser dilê me.

Gava dibû zivistan mericif canê tazî
Ku havîna germ dihat bêfêde bike gazî

Hêdî hêdî canê me qeşm û qertîş derdixe
Ber alatan hîn dibin bivênevê xwe bixwe

Bi vî hawî em diçin, bê eqlê xwe bê şiûr.
Ev rêya ma bê dawî pêş ve diçû dûr ko dûr
* * *
Rûjek dîsan ji rûjan qet hal dime nema bû
Ne gund û ne gundiyek ew cih pêda tenha bû

çima şûnda hinek deng hate ji nagihanî
Lê bala xwe didimê ew deng pir kûr di nalî

Min dil kir ko bibêjim:mêze bikî hewalo
Meger ew jî bihîstî, ko gote:-Ey delalo!

Ev çi denge dinale? gelo li vî cihê ha
Nebe ew jî weke me keramperê ber bi ba
* * *
Wisan derket texmîna hevalokê niktecan
Bextreşekî Kurmanc bû.dikir ax û ox, aman

Min jê re got:-Ey bira te çi hal û hewal e?
çiman wisan vegerand, got:(derdê min giran e
(çîroka min dirêj e, bêt nivîsîn roman e

(Ez ji Kurdên Serhedê;Melazgird e gundê min)
Ez derketî heft sale.Bi hiş û dilê min

(Zmanê min bû sebeb, bû felaket ji bo me
(Mirovên çavsor hatin, jê re digotin rom e

(Zmanê me î delal(yasaq)krin bizorî
(Zmanê xwe î dixwar bo me kirin mecbûrî

Êdin curmek mezin bû, bi Kurdmancî xeberdan
Guhnedanî heqê kêûheps û sungî û zîndan

(Êdin wisan nedibû, me cendekan xwe kar kir
(Li hemberî dijminan me hespê xwe pir xar kir

(Lê.. felekê bi me re nebir serî em qels man
(Wek e nokên li kevir em li deran bêkes man

(Dê û bavê min hemî bi tevayî wendane
-Hevalê min î ewilî xwe avête nav-
Gelo tu qet nizanî li kîjan alî mane?

(Lo;birawo!zinaro çiman tu min nas nakî
(Ez Ferzendê bira me, em in ji dê û bavkî
* * *
Herdu biran himbêz bûn bi kul girî û keser
Erd û ezman hejiyan, agir kete dar û ber.

*Kovara Hawar, Hejmar:10, Sal:1032, Rûpel:4, 5.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?