A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Dadê
564 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Dadê

Buhara jiyîna min bê te payîz e dadê
Bo min diyarê cenet bê te faiz e dadê
çêlkewa lingşikestî li pê hevalên xwe ma
çêlkew ez bim û negrîm ma qey caiz e dadê!

Dadê pir kûr menal, te ceger li min ne hişt,
Dewsa ken û lîrînê ah û zarîna xwe hişt
Girîn tirsê dide min xerab dike sîng û pişt,
Êdin xwîn, kêmê dizên!kanî..karîz e dadê.

Her çend pol û petalên jiber xanûmanan man
Gelek qenc girê bide li birînên xwe eman!
Bijîşkên me çê dikin ji bo derdê te derman,
Hinek ji van Sekban in, hin jî Nafîz e dadê

Daw ne ma me maçîkir, paqij ne paqij be dest
Her kê ev halê me dît gotin(parsekî ye, geşt)
De wer ji ber vî derdî me be perîşan û mest,
Ne `eqil ma ne şiûr, ne jî hafîz e dadê

Xwarin, vexwarin tune hebe jî me sond xwarî
Pariyek bi hêsanî di qirika me narî
Dîtina te miyeser neke xudayê barî
Gav û demên me hemî, rojî..pehrîz e dadê

Ji ber kêmaniyên xwe, li cem te şermisar in
Tenê tu kûr menal e, em ji te hêvîdar in,
Ji çavên me yên melûl hêstir ê xwîn dibarin
Jan a zirav tov me ke, eman!Pakîze dadê.

*Kovara Hawarê, Hejmar:14.Sal:1932.Rûpel:3.