A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Cejna Oktoberê
211 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Cejna Oktoberê

Di welatê Qeyseran, tam çel û sê sal berê
Gûr bû bi destê Lenîn şoreşa Oktoberê

Mîna pêlê deryayê rêncber, pale, cefakêş
Di destan ala Marks, Lenînê mezin li pêş

Ajotin ser kele û bedenê ji hezar sal
Bi çakûç û dasên xwe dengê topan kirin lal

Ew kozikên ji pola bi dû hev hilweşiyan
Ser cendekê xwînmêjan gurûhê gel meşiyan

Ji destê zadegana gelê dîl giş aza bûn
Bi vê cejnê rêncberê cîhanê hemî şa bûn

Bi tîrêja Oktober gelek welat çirisîn
Ji rojava,rohelat,hetanî Kûrya û Pekîn

Di dojeha Qeyseran bi rastî çêbû buhuşt
Hêv, stêrê renge sor bi ezman re gihîşt

Di bablîska Otom û di van salê hêvên sor
Fîrewnek ji nav mûmya serê xwe rakir ji gor

Mîna bav û kalê xwe, wî jî da ser rêya xwîn
Di sînga Misr û Sûrye ve kir sed hezar birîn

Azadîxwazê welat ev bûne sê zibistan
Avêtiye zindanê Fîrewnê axirzeman

Destê pak kelem çêkir, serê aza bi mîr kir
Serencema Hîtler û Musûlînî ji bîr kir

Emê îro pîrozkin ji nav dîwarê stûr,
Cejna Oktobera xwe, xelas nêzîke ne dûr.

Zîndana Mezê, 7.11.1960