A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Çardeyê Gelawêjê
241 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Çardeyê Gelawêjê

Gelawêj,
şevên tarî çirand..
Perdeyên reş dirand..
çardeyê Gelawêj
Ey cejna pîroz..
Mirina xwînmij
Marê avadoz..
* * *
Marê avadoz,
Tevirî...
Lerizî...
Li axa îraq...
Eciqî,
Peçiqî,
Di bin lingê Kurd û Ereb,
Ew peymana Bexda
Ew qehpe (pîse) mîsaq...
Ew peyman!
Ew ferman!
Ew jaremar,
Ew diranê sehê har,
Ji Lendin..
Diyarî hate şandin...
Ji bo nûkerên kevjal
Teva çend derhemê mal
* * *
Bo kuştina azadîxwaz
Kuştina Ereb û Kurdên belengaz
Ji Lendin...
Diyarî hate şandin...
Ew peymana xwînxwar,
Ew ferman û ew serdar
Ji Lenden...
Belê...
Erê...
Ji Lenden...
Diyarî hate şandin...
* * *
Ew ferman û ew serdar,
Serên nûkerên xwe, xwar..
Ew peyman û ew ferman,
Ji milet re bû derman...
Ereb û Kurd zêdetir,
Ji berê bêtir...bêtir,
Li niştiman,
Bi rizgarî,
Heval û birader man...
* * *
Cemhûriyeta îraq,
Ey... stêra pir ronak
Cemhûriyeta îraq...
Welat bi te ronahî...
şewqa te da her alî..
Li jor... li jêr.. rast û çep
Faris..Turk...Kurd û Ereb
Bi vê rojê keyfxweş in..
Bi vê cejnê serxweş in...
Her kesên azadîxwaz
Ji te re dikin niyaz,
Ey qahirê nûkeran,
Xwediyê gurzê giran,
Qehreman..!*
Aferîn sed aferîn
* * *
Bijî serdarê îraq,
Teva hevala dilpak...
We xelas kir niştiman,
Bexda..hinek Kurdistan..
Pêşve..pêşve.. her pêşve...
Rojhelat giş ji mêjve,
Li bende vê rojê bûn,
Daxwazê vê dozê bûn,
Azadî û biratî
Asayiş û aşîtî..
Li nav hemû welatan,
Li her cî, û cîhatan...
Dostanîk bêguman,
Li nav miletê cîhan..
Bibe qanûn û destûr
Li nav gelê gir û hûr
Bi dil, bi can û giyan
Insan...birayê insan
Insan...birayê insan.

şam 15/7/1958
*Di destnivîseke din de li şûna (qehpe),(pîse) hatiye nivîsandin.
**Di destnivîseke din de li şûna (Qehreman), (Qehreman
Ebdilkerîm) hatiye nivîsandin.