A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Berdêlk
322 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Berdêlk

-Ji loriya Bedirxan re-

-1-
Rabe mêze ke, hebek li doran
Te xew dirêj kir, em pir li ber man
Êdin mezin î, lolo lawecan
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-2-
Hişyar be êdî, niho pir qenc e;
Axa Kurdistan, ji te re genc e;
Paşiya xewê, bi zane renc e,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-3-
Gurê devbixwîn kete nav berxan
Ma nizanî berx û berx zarê` Kurdan
Bûna armanca rimanên roman
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-4-
Dewra felekê, eger ko kîn e,
Razan ji me re, qet bi kêr nîne
Mesken ne nivîn, dar û devî ne,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-5-
îro ye namûs, îro ye xeyret
Der û poxanan, em bûne ibret
Êdin bes nîne, divê hemiyet
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-6-
çerxa felekê, eger nesîm e
Pêşî ko herçend, kozik kemîn e
çavê xwe veke, xwedê kerîm e
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

-7-
çiman nabêjî, gelo çi hal e,
Sebra me ne ma, binal bikale
Rabe ji me re, meydan kemal e,
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo !!

*Kovara Hawar, Hj:6, sal: 1932, r: 2
**Loriya Bedirxan, di bin sernameya delaliya zarowan û di hêjmara pênca, rûpela dudowê de belav bûye.