A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qedrî Can - Begê Axir
639 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qedrî Can - Begê Axir

Dostê min:
Dijminê postê min..
Begê axir zeman...
Ew zenbîla tu pê hat,
Nema datê ji ezman.
Benê wê riziya
Li nava rê qetiya,
Ew ket..

Ket nava derya sor,
Derya sor jê ra bû gor,
Derya sor
Ji Fer`ewn û çend xwedê biçûk ra
Bû kefen...
* * *
Mûsa û mirîdên wî hemî
Bê per û bê gemî
Ji wê deryayê derbas bûn,
Ji cewr û cefayê
Li wir xelas bûn.
Fer`ewn li wir fetisî
Mûsa li ser reqisî
* * *
Nemrûdê biçûk
Me bi agir ditirsînin
Pif meşka vala
Ey kevnarê sala...
Baweriya dilê me,
Taqeta milê me
Ji îmana Ibrahîm pirtir e,
Ne kêmtir e...
Viya bizan,
Ey pêxemberê dizan,
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,

Ne ma datê ji ezman
* * *
Meznatî,
Ne bi pare û mal e...
Ne bi gorina kal e...
Meznatî,
Bi cewherê insan e !
Bi `ilm û `irfan e !
Belê... em xizanê mal in,
Lê zengînê kemal in...
Zengînê îde alin...
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,
Ne ma datê ji ezman
* * *
Koşka te ya hîm-vala
Ya bi neynûkê pala,
Ên birîn...
Ên bi xwîn...
Te ava kir û di bin de rûnişt
û gelek reben ji birçîna kuşt;
Ewê ser serê te hilweşe
Gerçî dilê me bi te naêşe,
Lê em dixwazin
Lê em dibazin...
Zaroyê te ê bê guneh

Ko bi hejmar hene neh, deh
Ji wê talûkê xelas bikin,
Di rêya rast re derbas bikin
Riya rast !
Riya me...
Ew e baweriya me:
Zincîr şikandin...
Armanc gîhandin...
* * *
Bablîska bîstan,
Dîroka rastan,
Dibêje:
Bibêje...
Guh mede efsaneyên dêwan
Bi şûnda ne mîne ji karwan
Karwanê medeniyet,
Gurûhê beşeriyet....
Xulase;
Pêşî û paşiya felsefe..
Felsefeya me
Ev e:
Dîn.. mezheb.. îman..
Bibe însan ! bibe însan !
Dostê min
Dijminê postê min,
Begê axir zeman
Ew zenbîla tu pê hatî,
Ne ma datê ji ezman

şam 1942.