A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qasimê Xelîlî - Wunda Me
190 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qasimê Xelîlî - Wunda Me

Li nîvê çoleke hestan
Wunda me jar û dîldar im
Carna hest dibin wek bestan
Li ber pêlan birîndar im

Birîndarê gulek zîn im
Li welatê çavên şîn im
Birim ez bahoza vînê
Penaberek dilbiar im

Di zindana çavên har im
Asê mame û bêçar im
Ez î hem wunda û sêwî
Hem jî bi êş û zarzar im

Ne ew Mecnûnê Leylayê
Ne Ûsivê Zuleyxayê
Ne Romeoyê Culyetê
Dizanin bê çiqas jar im

Dil diçê w tê bi rewalî
Dilorînê li çar alî
ÇiQasî min li ber xwe da
Nebûm azad li sêdar im

09.10.2017