A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qasimê Xelîlî - Tu
31 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qasimê Xelîlî - Tu

Fêhm nekir min bê çi tewr hêma yî tu
Qey bi heft quflên Xudê dadayî tu

Va ye bû sala temam hey lo gidî
Bayê sir tê hê li dil serma yî tu

Hew dişêm vê rê meşim bêtaqet im
Qop û qof û oc ketim wek ba yî tu

Geh bela yî na wela haşa kela
Lê xela yî û tim û tim ta yî tu

Roj li singê derbehişk in naqedin
Bêhn li min çikya bi min ve nayî tu

Min di parzûna demê par parzinand
Dem bi bin ket û di dest bes mayî tu

Bûye mêtingeh ji bo te rûne lê
Ser serê dil tim li ba ala yî tu

Dil serad lê hêvî zad e lew dibê
Hê ji bo jîn û vejînê ra yî tu

*Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?