A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qasimê Xelîlî - Kerbelayî Hiştime
148 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qasimê Xelîlî - Kerbelayî Hiştime

Dil mi raxist jê re kir
Wek wê merşa bin piya
Hat li ser dil gêre kir
Ez kirim pûş û giya

Min bi vînê çikurand
Çû bi hiznê dil gurand
Wê gevaztim kuştim ez
Va ji xwîna dil xuya

Eşq mezin wek Cûdî ye
Zalima lê min diye
Nemrûda Qaso ye ew
Bêîman e w eşqiya

Bêîmana Ehrîmen
Wê bi wan çavê çîmen
Hişk û hola kir dilêm
Wek kelaşê l`ser riya

Kerba wê l`ser dil rim e
An Yezîdê zalim e
Kerbelayî hiştime
Ez li van çol û çiya

10.10.2017