A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qasimê Xelîlî - Jarê Jarê
98 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qasimê Xelîlî - Jarê Jarê

Jarê jarê vê êvarê
Yarê Narê rabû da rê

J`barê yarê dil hew karê
Narê yarê j`bîrê narê

Tarê warê dil kir xwarê
Dil dîldarê arê Narê

Carê yarê mîna parê
Min go karê av dê darê

Yarê marê nadê çarê
Çiqlê darê da karkarê

Barê Qaso hêstir barê
Barê te j` têra zarzarê

21.04.2017
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?