A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qasimê Xelîlî - Bîranînên Te
390 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qasimê Xelîlî - Bîranînên Te

Kolan kolan ez li te digerim
Di nav bajarên bîranînên te
Nizanim ez î kor an jî kerr im
Belkî jî herdu diyariyên te

Nabînim ji te ti dews û şopan
Bajar xirbe ne wêran û xopan
Leqayî nebûm leylaneke te
Bes tê zûrzûra xedariyên te

Îro wunda me ez şevekor im
Ez korîm bûme li hawîrdor im
Hêvîhêrivî w dilşikestî me
Bawer ke tev jî dijwariyên te

Erdhejê d`rakim li wan bajaran
Didim ber şapa girî û baran
Roja dî car dî nîv-ava dikin
Malnemîratên jîndariyên te

Bê çiQasî min da ev kêferat
Li ber şapê çûm ti pê ve nehat
Her şev wek guran wextê razanê
Bi ser min de tên bajariyên te

06.10.2017