A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qaçaxê Mirad - Kilama Edlayê
180 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qaçaxê Mirad - Kilama Edlayê

Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe, sibeye,
Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,
Ezî kurdim, tu înglîzî, yanê hindî, erebî zeng,
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye.
 
Em nehêlin, wekî xûnxur carke dinê ceng têkin kar,
Carke dinê xûn birije û wêranbe gund û bajar,
Carke dinê dê bigirîn, domam grêdin xêlîê reş,
Mirin belabe nav dinê dest merivê kêmî sewdafeş.
 
Him diya ûris, ya amrîka, ya hind û ya erebî zeng
Naxwezin qetil birije û dinêda pêşda bê ceng.
Boy zarê nava pêçêka, boy emrê wanî gul û geş,
Boy qîzêd egine, bedew, boy xortêd telîane keleş.
 
Boy govend mala bigere, defçî tim bêje "hey şabaş"!
Tilîê keç-bûkê cahilda biçrûsin gustîlk û qaş,
Kalê extîyar tasê hilde, vexwe eşqa bûk û zevê,
Em nehêlin, carke dinê têkeve nav sawê.
 
Em nehêlin, wekî xûnxur rabin, dîsa dinê levxin,
Em nehêlin, wekî şiltax pêxemê edlayame xin!
Wekî sitqê me hevrabe û cergê xwe em têkin yek.
Ser meda naê tu edûk û tu dijmin, û tu qezîak!
 
Em nehêlin, ku xezabin dinêda merivê amûtam.
Bra edlaya rû dinê timcir mera bibe miqam!
Wî miqam wê bistrên ji kala girtî heta zara.
Li zozana û li deşta, li gunda û li bajara.
 
Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe, sibeye,
Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,
Îro hişîarin cimet, ji ûris heta erebî zeng,
Şerkarîa me ya heqîêye, em nahêlin pêşda bê ceng.
 
1914-1979
*Çavkanî: @mount_ararat (medya civakî)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê