A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Qaçaxê Mirad - Dewra Kosmîkiyê
144 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Qaçaxê Mirad - Dewra Kosmîkiyê

Bahar hela ji mehela
Xwe teze rahîşte gund,
Gava besa qencenevsa
Dinê hilda gelek tund:
Welatê min, qanatê min,
Vekir dewreke teze,
Bû meydana hunurvana,
Erşa "Vostok" dibeze:
Ser Gagarîn, bengzî narîn
Geriya renga nebeled.
Sîyaneta me, rûmeta me,
Bilindkir bê hed û sed.
Lê dû wî ra nolî şêra,
Pêncek jî çûne ezmîn,
Ku bi sirê li wî sorê,
Eşkerekin boy Wetîn.
Wan bê talaş hewa qelaşt,
Dewra kosmîkîê danîn
Û navê wan, her gavê wan
Dinê ra bû mizgînî.
Ezman anî merd merdanî,
Qefesa xwe ber vekir,
Û xasêd me— mêrxasêd me,
Hemdî xwe lê mêzekir.
Tirê hîvê ji paşîvê
Rabe, here reqasê,
Deyn steyrka ke, xwe şitavke,
Bona heyr û hewasê.

*Ferhengok:
Dewra Kosmîkiyê: Esra Fezayê, eng: Space Age
mehel: muhît, dever
rahîşt: gihîşt
qencenevsa: merivên nefsa wan qenc, pak
qanatê min: sitara min (per û baskê min)
hunurvan: hunermend
Vostok: (Vostok-1: Rojhilat-1) Navê teyara ku yekem car mirov pê derketine fezayê
dibeze: hereket dike, digere
Gagarîn: Yûrîy Gagarîn, cosmonotê ûris
bengzî narîn: yê sûret spî-çîl
nebeled: nayê zanîn
Pêncek jî çûne ezmîn: şayîr behsa teyara Cosmos-5ê dike
Ku bi sirê li wî sorê: Sirên/efsûnên Pergala Rojê / Solar System
Tirê hîvê: Tîrêjên heyvê
nolî şêra: mîna şêra
Deyn steyrka ke: bangî stêrka bike
xwe şitavke: xwe hazir bike, xwe çêbike

*Qaçaxê Mirad: 1914 -1979
*Çavkanî: Medya Civakî, @mount_ararat
Helbestên din ên Helbestvanî/ê