A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Zerdeştî
252 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Zerdeştî

Tazegull royî û le baxa dirrkî pîr her mayewe
Gêj e herçî xoy exate gêjî em dinyayewe

Dadî ayînman le dest meynoşî û reşpoşî ye
Heş be ser ew cejne wa şerxoş ya serxoşî ye

‘Adetî cejnî musullmanane yektir maç eken
Cejinî êsta matem e, ew maçûmûçe la deben

Bêt û şew to bêyte lam, roj e; çiram lazim nîye
Bêcige lew teşbîhe min pîşem çirawekujênî ye

Zullf ke rûyî dapoşya ye, dad û hawaryan ekird:
Xellke! Mang gîra, le tepill û dumbellek den destûbird

Êsta zullif birra, şehab gîrawe, manggirtin nema
Heyf e hêlaney dillan şêwaw e, bêbên e seba

Hênd be azadî diro, em ‘alemey pê hellperrî
Kewtine jêr qeydî birrîn, her qeydî mûy zillfiyan birrî

Pîrî bêpîrew le sermana demaxim wa sirr e
Êste hallawê le pîla û pilawî xoştir e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê