A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Zehabî Zehawî
105 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Zehabî Zehawî

Tewekkulî nebû emsall, emende xoll barî
Te’amulî nebû, hewir kewte giryew û zarî

Felek bû xakî ebêjayewe be sermana
Melek bû çawî deyêşayewe le giryana

Be bay zehawe beharan, ke hewrî reş degirî
Be şînî bulbul e giryanî şewnim û hewrî

Hezarî gullşenî em xake pake bo tak bû
Fezay edeb be çiray şî’rekanî rûnak bû

îtir nemawe umêdim le darî dunya da
Bigate rîzî Cemîl Sîdqî kes le Zewra da

Be mesre’êk e demî merg û tercemey hallman
Kisûfî roj e zehabî Zehawî lay ‘alman
Helbestên din ên Helbestvanî/ê