A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Yadêkî Hezîn
177 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Yadêkî Hezîn

Piyaw debê le ser qewlî bimênê
Ser û mall bida û bellên neşkênê

Le ser pêstî xoyî şeqî ken wek ga
Pêstî kelleyişî biaxnin be ka

Bazgeştî nebê le ’ezmî merdî
Tarîx bê bilê: Gurdî neberdî

Xo eger le rêy mîlliyeta bê
Aza û şêtgîr bê, nebezê ta bê

Min em merdîyem le kurda dîwe
şînî şehîdan emeyî nûsîwe

Emrro ke bîstûçiwarî azar bû
Serdarî kurdan ser le ser dar bû

Le Diyarbekira gewrekanî kurd
Le tenafdiran nalleyan nekird

şêx Qadir newey şêx ’Ubeydulla
îrsî ciddî bû zullmî kerbela

Le ser sêdare bangî kird megirîn
Ba min bikujrêm, mîlletim bijîn

Duktor Fuadîş witî: Wa emirim
Mîratî bawkim e min werîegirim

Min hemû salê bîr exemewe
Hem be fexrewe, hem be xemewe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê