A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Ya Pêxemer
149 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Ya Pêxemer

Pêxemerekey xoşewîstî Xuwa
Hîç kesî tirit nehatuwe le diwa

Diyar e her karêk Xuwa pêy spardî
Wat kird, kes neykird, boyêkî nardî

Fermanî xuway xot wa hênaye dî
Nardinî kesî dî pêwîst nedî

Her çonê wîstî to wat kird, derkewt
Bewe xatemî xatemît destkewt

Toyiş xot çonit wîst siruştit wa ye
Eme xatîmey lutfî Xuda ye

Xoyî û firîşteyî be diyarî to
Sellawatyan da le dîdarî to

Emirîşî fermû be ehlî îman
Be serta rehmet barê wek baran

Wa êmeyiş emrî Xuwa be cê dênîn
Sellawat edeyn, mewlûd exwênîn

Bellam tarîk e hemû layêkman
Wa cûyiş tema’î kirdote lakman
Helbestên din ên Helbestvanî/ê