A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Xozge
121 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Xozge

Xozge tefrey wam bîr ekirdewe
Dill û çawim pê jîr ekirdewe

Dill egirî le ber derdî tenyayî
çaw egirî le ber nûrî bînayî

Xuwaye emane to wat lê kirdin
Nazanim boçî bem derdet birdin?

Boç ew afetet nîşan da be çaw?
çaw şirîxey kird, bo dill û henaw

Wa danamirkên em dû mindalle
Gîzegîzyan e wek zerdewalle

Ellêm girroz bûn ba biyandem bew
Ax xoy dillrreqî wer’egirin lew

Dartaş ke cerde teşwêkeyan bird
Eyda be serya û bêdadî ekird

Bo ewey nebû teşwêkeyî eben
Eygut rencerro m, demeswêy eken
Helbestên din ên Helbestvanî/ê