A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Xeyallî Xallî
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Xeyallî Xallî

Xeyallî xallî herga bê be dillma dûkellî nallem
Weha reş dadegîrsê, tem dexate ser serî ‘alem

Le jêr birjangewe pirşingî çawî wa birîskey da
Witim seyyaley berq e û le hewrî reş buwe peyda

Beharan gull le jêr xaka ke zîndû ebinewe û errwên
Le ‘eşqî ew beroke spîye, zerd û sîne çak dedirên

Nîgay ew çawe badamîye wehay kar kirde ser e‘zam
Hemû xwênî leşim yekser be carê bû be ronbadam

Be yadî rûy gullî, çawim le ser berdê ke girya bê
Ke berdiyan kird be şûşe pirr gullawe!! ‘Eşiq ebê wa bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê