A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Xalle
132 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Xalle

Xalle! Tû serî bizne qisreket
Be yadgarî manganegireket

Be rencerroy reqenkêllanit
Karêzî bêaw, bîrî wêranit

Tû pîr û terrkî pîrî terrpîrit
Tû zelley zil û peşêwîy bîrit

Tû koke û pijme û wirrêne û pirxet
Tengey henase û dûzeley lirxet

Sabrêne pîrê wek xot rîşboz bê
Behar û hawîn bêzar le koz bê

Be rîş û be gun wek nêr be tûk bê
Kirdey xêwî bê, mê û nîremûk bê

Keleke qupaw, milxirr û lawaz
Le rugerr bêferr, bo aw awatxwaz

Serma birdelle, kokey dû deng bê
Lût çillmin mirxin, henase teng bê

Mirqemirqî bê be dewrey pez da
Netwanê perrê le berzî gez da

Wek kerî ’uzêr her zerrînî bê
Ta demirê awat be perrînê bê

Le gell bizinêkî ebreş û kilikqît
Qeşeng û qeşan, şaxçewt û tûkçît

Diyarîy diyar bin, bînêre bo min
Nawyan lê binênim ”xall” û ”xallojin”
Helbestên din ên Helbestvanî/ê