A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Wîrrewîrr, Bo Ziwîr..!
118 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Wîrrewîrr, Bo Ziwîr..!

Xuwa êmey rengreng siruşt pê dawe
Rengî hîç kesî be kes nedawe

Ebînî dû kes be yek eşubhên
Ke çî be kirdar le yektirî ciwên

Yekê arezûyî be şîrînî ye
Ewî tir meylî şîrînî nîye

Yekê wek bêzûker tirşî ewê
New nawî mebe, aman namewê

Yekê sewday şî‘rî mewzûn e
Yekê be tîrî şî‘ir dillxûn e

Hîwaman heye be kişşemir e
Ellê pêt witûm kişşe to bimire

Sa tuxuwa “mire” û “bimire” çend dûr in
Herçend kulane û gorr herdû jûr in

Kone piyawêkman be teqey qezwan
Ne dînî le la ema ne îman

Melayekman bû etwut sêpar e
Ehate wêzet be nêzey yare

Rehmet le sofî yarey zirêpoş
Boy ramekirdîn yestirî çemoş

Êsta desteyê tûrrey kemsirewit
Be qemçî yareyiş nayêne sirewit

Yare mird le lay namerd nenêjra
Bo girdî yare çend şî‘ir bêjra

Xozge demzanî em sirre çî ye
Nawî hîç kesê le naw da nîye

Keçî to ellêy bamiyekem tirş e
Em hemû xellke rûy le to girj e

De bawkim êre xo Kerkûk nîye
Mela ba mêy bê bew turreye

Ya eger tirş û tirşî xirap e
Rûy xot tirş meke, şîrîn be, ça be!

Egîne ke to mon û tirşrrû yî
Demî kes kîse nîye bîdirûyî

Hî waman heye ke le Xuwa edwê
Rizgarî le tiwanc, bo kê elwê

Boç pêxemeryan le şar dernekird?
îman nahênrê be kes destûbird
Helbestên din ên Helbestvanî/ê