A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Watey Kon
127 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Watey Kon

Ew kesey ke wa feqîr newaz e
Legell firîştey ’erşa hamraz e

Wek kiwêr be rê da merro, wirya be
Ta nekewiye çall, bang key ”ay babe”!

Le jêr seqfêk da în kollekey nîye
Eger birruxê, desellat çî ye?

Em seqfe ke wa bê kolleke ye
Nazanî bo to sayey ta keye?

Katêk ezanî ethawêjne çall
Ya kifnit ebê, ya bê peştemall

Marî gorr, narî dozex le bere
Bo em dû derde, çî çareser e?

Eger macûnî Xuwa peristît bird
Xot lew dawîşe parast û derkird

Zor xot mexere gêjî dinyawe
çend melewanî tê da xinkawe

Nefist marêk e pêkurrey şeytan
Ke firsetit da, etgezê be dan

Xuwa pêman ellê rêy çake bigrîn
Bo êmeyetî, ezanê emirîn

Egîne diyar e ew bakî nîye
îhtiyacêkî piyawçakî çî ye?

Barî gunahî qursman kewte ser
Ebîn be kerî şelî bar neber

Sûçî xot le pêş xellka bibîne
Hesûd derbarey piyawçak be qîn e

Be çawbirsêtî hellmekutere naw
Murx bo daneye, ekewête daw

Ke le karwana paret pê nebû
Hîç tirsit nebê, bê piştên binû

Eger ziyanit le kesê dabê
Toyiş dêtewe rêt, rojêkit mabê

Razî derûnit melê lelay kes
Dem dirraw mebe, xot bizane û bes
Helbestên din ên Helbestvanî/ê