A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Watey Bêsûd
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Watey Bêsûd

Pêşînanî ême beharan eçûne deşt
Gewre û biçûk, be carê le wê komellî ebest

Layê be kewşek û şerretop, layê wirdekan
Aşetenûre, buxçe gerdanê, piştlêdan

Hêcgar killawfirrênî kurrî gurcî pê dewê
Nabê bigîrê, ba şeş û hewtî dû kewê

Herçî ke wa le ser qelemirdare nan exwa
Nabê bêllê topeke berz bêtewe hewa

Eygirinewe, xirape, ewan dêne kayewe
çiwarnan e ew kesey ke le diway xellkî mayewe

Tenha be babî babî bû, kersiwarê siwar ebû
Êstake ker siwarî siwar e, roy bawî çû

Ew baz û hellbezîn û herrakirdinî xwar û jûr
Nawcergî pak ekirdewe wek awêney bilûr

Her kewiş sûr bû, gorewî çon kurd le pêy eka
Ew singe rût û saxe le kiwê mawe êsteka

Nemdîbû lêre zatu rrî’e û bo birk û werem
Qirjangî zig, firingî melarya, fesadî dem

Ew piyawî bem hewaye ke bem renge helldekewt
Nawî le naw qellemrrewî turka be ser dekewt

Êsteyiş ewane ye le ’Êraqa enasrê
îtir be paşerok sewî pirrmîwe nakirê

Zorxane pallewanî gelê pê geyandibû
Zor’azmayî destî lerrî têk şikandbû

Her pallewanê kîswetî çermî dekirde ber
Sengî degirt heta sedûpencay ebirde ser

Diwayî şinew bû, sing û perasûy ekird be berd
Herçî şinewî ekird le cîhan da debû be merd

înca be mîlî şeşmenî serşanî nerim ekird
Konesiwar be tepllewe meydanî gerim ekird

Dû pallewan be uştulim û rezim, naw û daw
çingiyan edaye yek weku dû şêrî tund kiraw

Herçend ayin û oynî zoran bû derdekewt
Herçî ke pallewanî be nawiyan bû paş ekewt

îdmanî êste hatote ser bezmî xwardinewe
Herçî ke zorî xwardewe, başpallewan ew e

Pêkêkî ziyadî kirde ser ewsa ye cê be cê
Hoş û demar û pare be carê le kîs eçê

Bo neş’e û îştiha ye, ewend ke ker nebî
Lêre heram e, xot nexeye şîw û terr nebî

çend salle Ewrupa û Emerîka heramî kird
Wa taze ême ser le niwê kewtûyne dest û bird

Ew cêge yarîye xoş e ke çîmen bû ser be ser
Êsta le şûşe şose ye ger piyadekey guzer

Dayikî weten delê: Ke esîrî zemane bim
Bem kirdewey bed be hîway çîyî emane bim?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê