A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tiwancî Mîlliyet
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tiwancî Mîlliyet

Be çawî ciwan û xet û xallewe
Be tiketikey xwênî allewe
Le ciyatî kifin be bermallewe
Firrêyan daye qurrgî çallewe
Bê tellqîn xoyan hatine mallewe

Kê bû ew lawe ke wa mirdibû
Be weten nawî xoy derkirdibû
Le gellman gelê raybiwardibû
Em diwayiye baryan hênd qurs kirdibû
Neytiwanî bijî ew bew hallewe

Kelîmey sûkî hênd pê bêjra
Be tûrekey turk xakî bêjra
Xwênî şîrînî rolley rêjra
Piyawî be karî hemû nêjra
Qînî hellnesa emende salle

Witî: Behîçe boç xefet bixom?
Xo her çonê bê, min ejîm bo xom
çîm le wey xellqî ehawêjne gom
Taze darî wişk najêtewe bom!
Beşe zewîy min be kiştûkall e

Ne tolley rolle, ne etkî çepok
Ne keçkulahî û dadirrawî berok
Ne benwêllî şeq, ne bombay firrok
Nayênête kar piyawî tirsinok
Meger be zuban kewête nalle

Ne be Xuwa, qewmê giyanî nexoş bê
Serî tezî bê û sirr û bêhoş bê
Le rastî zordar hellqe be goş bê
Nawî nemênê! Ba feramoş bê!
Mirdin xoştir e bo ew lew halle
Helbestên din ên Helbestvanî/ê