A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tezêdar
139 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tezêdar

Te’zêdar mandû n, bellam şerm eken
Sê rojigane xor, şîwen germ eken

Mirdûşor kuştey heqî xoyetî
Kiwêrîş bo xwêndin pelûpoyetî

Her xawenmirdû mallî wêran e
Ta mangê kasî nûkey jinan e

Qewmê netwanê te’zê hellgirê
Wetenperwerî çon pê ekirê

Wa wesyetm kird, xizman giwê bigrê
Le’net lew kesey te’zêm bo bigrê

Mudde’î wazî le heq hênawe
şahîd dûy kewtuwe, hellîpêçawe

Xûyê ke girtit serdemî şîrî
Pêt terk nakirê be weqtî pîrî

Axa tancîyekî bo hat be xellat
Le têberdana ser awî ehat

Ewî qerz le lay xoy dêllêtewe
Sed bertîl qerzê nabijêrêtewe

Be mîwandarî nebî ye kiwêxay dê
Be zubanî şîrîn mar le kun derdê

Goranî billê ke kemtiyar çak e
Qulepêy bisimî hêşta deng naka

şuhret afet e lêt nabêtewe
Cam bişkê bellam neziringêtewe

Le gewregewrey Baban û Pişder
Hanaman kewte qunfirrey Hacer

îşit be dest bê hîwat lê deken
Pilar be darî berdara deken

Emek serif meke bo xerrat û dom
Le kîsit deçê wek tirrî bin gom

Xot heq nesênî lezzetî nîye
G....... be g..... xellk pazewanî ye

Piyawî mi’ecîn dûy xellk ekewê
Mar sîrî nawê, le derkî errwê

Tecirubedîde be ra û tedbîr e
Herçende pîr e, kone begîr e

Xowillatîman la pesend nabê
Giwêlkî xomallî be gacût nabê

Pûr be tedbîr û eqllî temam e
Gunî bibiwaye, eyangut mam e

Hîç kesê nallê dom tirş e û germ e
Jîşik be bêçûy xoy ellê nerm e

Eger ’edalet awirr batewe
Gurg le gell merra aw exwatewe

Axa hatewe dîsan tirrziltir
Ker çuwe Bexda buwe be êstir

şar bo min derd e û bo xellk dewa
Tenha banêk e, keçî dû hewa

Bin kilkî bizin hîç danepoşra
Carê merr derkewt, kirdiyane hera

Eger sermela bêt û bitirrê
Hemû cema’et niwêjyan ebirrê

Diwê şew le xew da paşay şarê bû
Ke le xew hellsa, dill xembarê bû

Êstayiş her modey çoxe û killaş e
Pîşey pêşûman dewen be aş e

Dewllet ke nema, nawî nabirê
Tazekay kone, be ba nakirê

Bênewayiye şerrî giwê kiwanû
Tirrken nanê co deka be biyanû

Xanût derruxê gillekey la be
Negbetî çak e, qortî xirap e

Bira ger biray xoy le diwa bê
Nanewê meger qezay Xuda bê

Diwênî zem, emrro medhit dekirê
Hêşta be wane bawerr ekirê

....... eme le toy rû dawe
Sey kunemasî û pasî cirtawa
Helbestên din ên Helbestvanî/ê