A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Temaşay Cîhan
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Temaşay Cîhan

Xuwa katê wîstî xuwayî biniwênê
Emrroy bo danayn le şiwênî diwênê

Wîstî rûy zemîn bê be karzar
Newey Ademî hênaye rûy kar

Dinya be yek da hatuwe û ejenê
Xoyşî le ser da pêy pê dekenê

Lew meyane da danay hellbijard
Rêpîşandanî xoy be wan spard

înca ewaney ke Xuwa enasin
Destî ewane egirin ke kas in

Eyanben bo ser rêy ‘îlm û zanîn
Bo tiwêşûy rêgay ewla pêk hanîn

Dû rêy e, herdû ser yek eçinewe
Kiwêrayî nebê, lêk ciwê nabinewe

Yekê terîqet, yekê şerî‘et
Aşkira û penhan herdû heqîqet

Heqîqet derya û şerî‘et gemê
Terîqet xerq e ger la da kemê

Terîqet le ser sê quwet bend e
Bew sêye xuway xoy enasê bende

Yekemyan fena, duwemyan wefa
Sêyem lîqa ye semerey cefa

Fena xo le xo rizgarkirdin e
Be kuştinî nefs gire û birdin e

Wefa peyman û şertbecêhênan
înca egeye lay lîqay Yezdan

Ke le xot birray dost lat hazir e
Cawşura û kutra, înca gazir e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê