A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tazegullî Çîmen În
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tazegullî Çîmen În

`Le ser awazî taybetî degutrê`

Tazegullî çîmen în
Berxekorpey weten în
Ême ke destey kiç în
Hemû bo mekteb eçîn

Pêxember xoy fermûye
Beheşt jêr pîy daykan e
Bellam dayik ewane n
‘îlm û fenyan rewan e

Heta sewiyey kiçanman
Berz nebê le îdiraka
Minallî çak pê naga
Weten tereqî naka

Ême hez le şerr nakeyn
Be hîway xwêndin û çake yn
Netewey baş peyda keyn
Wêraneman awa keyn
Helbestên din ên Helbestvanî/ê