A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Tavgey Zellim (1)
178 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Tavgey Zellim (1)

Awe ciwanekey serçawey Zellim!
Boç behar lêll î û payîz ser be tem?

Ellêyî serçawey bextî kurdan î
Cê be xot nagirî, wêllî herdan î

Serçawet serberz, sard î wek terze
Danet mirwarî, lencet sed terz e

Lew asmanewe errijêyte xwarê
Le çawî gerdûn firmêsk ebarê

Wêll û sererro be ro ro û pirr derd
Be qellbezewe ser edey le berd

Dest le milanî legell Tacero
Be sewday Sîrwan wêll û rencerro

Le diwawan da keyek egirî
Wek dû mîsra’î beytî Mewlewî

Sîrwanî em çem Tanceroy ew çem
Biden wehem da em çem ta ew çem

Meweste birro be lim û xaka
Bigrî le rewzey Selmanî Paka

Pêy billê: Qurban, to nawit pak e
Bimanxere rêy yekêtî û çake

Diway ewey billê: Ew xake dêm e
çon paraw ebê be awî ême

Ke wa bê tu Xuwa tabrûman meben
Wek kay bêgane memanken be şen

Gunahman çî ye ke destî Yezdan
Be cê û rê êmey xiste jûr ewan
Helbestên din ên Helbestvanî/ê